• Sunday, 28 July 2024
logo

Kurtefîlma kurdî “Landik” li Spanyayê bû yekemîn!

Gulan Media January 19, 2016 Hunerî
Kurtefîlma kurdî “Landik” li Spanyayê bû yekemîn!
Kurtefîlma derhênerekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê di festîvala navdewletî ya “Salas” a Spanyayê de bû yekem. Fîlma derhênerekî din ê kurd jî derbasî qonaxa dawî ya festîvala “Oqyanûs” a Amerîkayê bû.

Li gorî malpera “kurdtoday.ir”, ku nûçe û agahiyên Sine belav dike, Kurtefîlma kurdî ya bi navê “Lank” (Landik), ku ji aliyê derhênerê kurd Zaniyar Lotfî ve hatiye çêkirin, di festîvala îsal a “Salas” a Spanyayê de xelata baştirîn kurtefîlm stand.

Festîvala Salal a Spanyayê, ji sala 1999ê ve tê lidarxistin. Festîvala îsal jî, roja 16ê vê mehê hat lidarxistin.

Fîlma han havîna par bi piştgiriya Navenda Hunerê ya Sina hatiye çêkirin.

Zaniyar Lotfî, xwendekarê qonaxa masterê ya sînemayê û berpirsê beşa hunerên dîtbarî ya Navenda Hunerê ya Sine ye. Lotfî, heta niha 4 kurtefîlm çêkiriye û di gellek fîlman de jî wek wênegir (kameraman) kar kiriye.

Ji aliyekî din, kurtefîlma bi navê “Mahî” (Masî) ya derhênerê kurd Saman Husênpûr jî karî derbasî qonaxa fînalê ya festîvala “Oqyanûs” li bajarê San Fransîsko yê Amerîkayê bibe.

“Mahî” dê bi fîlmên Meksîkî, Amerîkî, Proyî, Fransî, Malezî, Kanadî, Newzlandî, Îtalî, Îrlandî û Almanî re hevrikiyê bike.

Festîvala îsal a “Oqyanûsê” dê roja 10ê Adara îsal dest pê bike û roja 13ê wê mehê jî biqede.

Naveroka fîlma “Mahî”, li ser parastina jîngeh û ekolojiyê ye.

Rudaw
Top