"Ehmedê Xanî stûna zimanê Kurdî ye"
Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Diyarbekirê bi beşdar bûna Osman Özçelik, Zana Farqîn û Pofesor Dr. Nurettin Turgay, Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî hat bîranîn. Ehmedê Xanî di dîroka Kurd û Kurdistanê da bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê Kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e.
Ehmedê Xanî di sala 1651an de li bajarê Colemergê li gundê Xanî jidayik bûye. Li gor rîwayetan Ehmedê Xanî gelek berhem bi Kurdî nivîsandine. Lê tenê sê berhemên wî yên bi navên Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqida Îmanê." Gihiştine serdema îro.
Xanî di 14 salî ya xwe de dest bi nivîsandina berhema "Mem û Zîn" kiriye û di navbera 30 salan de, ev berhem xelas kiriye. Ehmedê Xanî di bin bandora Elî Herîrî, Feqîyê Teyran û Meleyê Cizîrî da maye. Çawa ku Xanî di bin bandora kesayetên mezin da maye, ewqas jî bandora wî li ser kesayetên mezin çêbûye.
Alimê Olî ,Nurettin Turgay dibêje ku li gor berhemên wî, xuya ye ku xanî kesekî bawermende: "Jîyana Şêx Ehmedê Xanî di nav perwerdehîyê de derbas bûye. Xanî di medreseyên ku vekiriye, li gel perwerdeya olî, perwerdeya zanistên wek felsefe, dîrok, wêje, erdnigarî û astronomî jî daye zarokan û xwendekarên xwe."
Nivîskar Zana Farqînî jî dibêje ku metaryalên Kurdî yekemîn ji bo perwerdeyê, Xanî amade kirine û ew weke stûna zimanê Kurdî ye. Berhemên Ehmedê Xanî bi navê Şêrên Filozofî, Yusuf û Zelîxa û di derbarên zanistî de hin pirtûk nivîsandine. Pirtûka wî ya astronomî û erdnîgarîyê jî, li gor agahiyan wenda bûye.
K24