• Sunday, 30 June 2024
logo

Washington: Mafê me ye em bersiva milîsan bidin

Washington: Mafê me ye em bersiva milîsan bidin

General Frank McKenzie ragihand; dema êrîş bi ser baregehên serbazî yên Amerîka û hevpeymanan de li Iraqê were kirin, mafê wan heye ku bi tundî bersiva çekdarên milîsan bidin.

Washingtonê ragihand; dema êrîş bi ser baregehên serbazî yên Amerîka û hevpeymanan de li Iraqê were kirin, mafê wan heye ku bi tundî bersiva çekdarên milîsan bidin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Frank McKenzie ragihand; em ji bo her êrîşeke milîsên hevpeymanên Îranê, di amadebaşiyê de ne, tê çaverêkirin ku ew kom û milîs, bi rêya firokeyên bêfirokevan êrîşî pêgehênme yên ne serbazî yên li Iraqê bikin.

General Frank McKenzie herwiha destnîşan kir: “Artêşa Amerîkayê bi destûra fermî ya hikûmeta Iraqê li wî welatî kar dike, Îran jî gefeke mezin e li ser seqamgîriya Iraq û Rojhilata Navîn, hebûna Amerîkayê jî li wê herêmê, ji bo bersivdana çalakiyên Tehranê ye li wê herêmê.”

 

Basnews

Top