• Saturday, 18 May 2024
logo

Hûrgiliyên bombebarana Tirkiyê li ser gundên Amêdiyê

Hûrgiliyên bombebarana Tirkiyê li ser gundên Amêdiyê

Ji ber bomberanên Tirkiyê li gundên Dêreş û Mijê yên ser bi Dêrelûkê ve bi dehan serî pez mirar bûn û ziyaneke mezin gihişt xelkê navçeyê. Xwediyê pez dibêje, "Ev karê Tirkan e. PKK li vir nîn e û ti caran nehatiye gundê me."

Firokeyên artêşa Tirkiyê duh demjimêr 15.00 bi awayekî dijwar gundên Dêreş û Mijê yên ser bi Dêrelûkê ve li Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Pezê ajeldar Şîmal Sebrî jî bû armanca êriş û bombebaranên firokeyên Tirkiyê û bi dehan serî pez mirar bûn.

Şîmal Sebrî derbarê êrişên Tirkiyê û ziyanên bombebaranê de ji Rûdawê re ragihand, “Ev karê Tirkan e, her derî bombebaran dikin. PKK li vir nîne û ti caran nehatiye vir jî. Di bombebaranê de 80 ta 100 serî berx û mî mirar bûn. Bi qasî 150 milyon dînar jî ziyana maddî çê bûye.”

Malbateke xelkê Bedrîka deşta Neynewa ji Adara derbasbûyî ve şivanê pezê Şîmal Sebrî ye ku hejmara pezê wî digihije 1000 serî.

Endamên wê malbatê dema ku firokeyên Tirkiyê ew dever demjimêr 15.00 bi dijwarî bombebaran kir, li malê bûn û xelkê navçeyê jiyana endamên wê malbatê rizgar kir.

Casim Ebdullah ku şivanê pezê Şîmal Sebrî ye ji Rûdawê re behsa çawaniya rûdana bûyerê kir, “Zarokên min li hindûr razayî bûn û ez li ber derî bûm. Mûşek li nêzikî mala me ket xwarê.”

Ew dibêje, ji ber tirsa dûbarebûna bombebaranê wî zarokên xwe bi lez û bez ji xanî derxistin û çû nav kêlgeha welatiyê bi navê Mihemed Muhsîn.

Herwiha ne tenê pez, kûçikek jî bû armanca êrişên firokeyên Tirkiyê û ew kûçik di bin xaniyê hilweşyayî de ma, lê xelkê navçeyê ew xilas kir.

Ev yek di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê bombebaranên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê zêde kirine û tenê ji duh ve 12 caran derdora gundên Mijê û Spîndar bombebaran kirin ku ew gund 5 kîlometre ji navenda qeza Amêdiyê dûr in û dikevin devera Berê Garê.

 

Rudaw

Top