• Thursday, 16 January 2025
logo

Rûsye: Nabe hevkariyên însanî bi rêya Tirkiyeyê werin şandin

Rûsye: Nabe hevkariyên însanî bi rêya Tirkiyeyê werin şandin

dibêje gelek rêyên din yên bo şandina hevkariyan hene.
Dibêje Tirkiye hevkariya Eniya Tehrîr Şam dike.

Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey lavrov di nameyekê de ku bo Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî nivîsandiye, behsa rewşa Sûriyeyê û şandina hevkariyên însanî bo Sûriyeyê kiriye.

Lavor di nameya xwe de nivîsandiye: Nabe hevkariyên însanî yên ku bo Sûriyeyê tên şandin bi rêya Tirkiyeyê werin şandin, jiber ku Tirkiye çavên xwe li liv û tevgerên terorîstên eniya ehrar Şam digire û hevkariya wan dike.

Lavrov herwiha eşkere kiriye ku beriya niha çend caran hevkarî hatine şandin lê Tirkiye û terorîstên ehrar Şam nehêştine ev hevkariyên han bigehêjin cîhê xwe lewre lazime NY hişiyar be ku rê nede ji niha û pêde hevkariyên Însanî bi rêya Tirkiyeyê werin şandin û ji bilî Tirkiyeyê gelek rêyên din hene ku mirov dikare hevkariyan bişîne ji Sûriyeyê re.

Top