• Saturday, 25 May 2024
logo

Tirkiye di rojeva Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de ye

Tirkiye di rojeva Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de ye

Serokên Yekîtiya Ewropayê di 24 û 25ê Hezîrana 2021an dê li paytexta Belçikayê Brukselê bicivin.

Konseya Ewropayê derbarê lûtkeya Brukselê daxuyaniyeke belav kir û ragihand li Brukselê hevdîtinên ligel Serokên Welatên Endamên Yekîtiya Ewropayê dê 2 rojan berdewam bin.

Li gor zanyariyan di lûtkeyê de li gel gelek mijaran dê peywendiyên Tirkiyê ligel Yekîtiya Ewropayê jî bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku pêşniyaza Komisyona Ewropayê ya nûjenkirina pakêta alîkariya maddî ya ji bo penaberên Sûriyê ku li Tirkiyê ne bê qebûlkirin. Pakêta alîkariyê herî kêm 3 milyar euro ye.

Almanya di demeke nêz de nêrîna xwe diyar kiribû û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kiribû ku li ser biryara xwe ya ji nû ve destpêkirina diyalogan ligel Tirkiye dilsoz be.

Di mijara nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê ji ber nerazîbûnên Yunan, Beşê Rum yê Qubrisê û Avusturyayê heta niha lihevkirinek çêne bûye.

Herwiha di daxuyaniya Konseya Ewropayê de tê gotin ku dê mijarên wek Covid-19, xwekomkirina aborî, koçberî û peywendiyên Tirkiyê û Rûsyayê jî bên gotûbêjkirin.

Top