• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyoza Norwêjê civiya

Serok Barzanî li gel balyoza Norwêjê civiya

behsa metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.
Behsa hilbijartinên Îraqê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyoza Norwêjê li Îraqê Tone Allers kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê, pêşhatên li deverê, metirsî û gefên terorîstan li Îraq û Sûriyeyê hate kirin û her du alî balkêşandine ser hilbijartinên pêş yên Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê.

Di berdewamiya civînê de her du alî derbarê hewldanên heyî yên bo ava kirina navendên hemahengî yên hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de û prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge de nîqaş kirin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêjê hate kirin û Serok Barzanî jî jiber hevkarî kirina penaberan û çalakiyên xêrxwazî yên Norwêjê yên li Kurdistanê û beşdariya vê welatî di hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê dew spasiya hikûmeta Norwêjê kir.

Top