• Tuesday, 14 May 2024
logo

‘Biden derbarê Rojava de hişyarî da Putin û Erdogan’

‘Biden derbarê Rojava de hişyarî da Putin û Erdogan’

Nûnerê HDPê yê li Washingtonê ragihand ku Serokê Amerîkayê têkildarî Rojava hişyarî da Erdogan û Putin.

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê li Washingtona paytexta Amerîkayê Giran Ozcan ji Rûdawê re ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî daye Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.

Li gor daxuyaniya nûnerê HDPê ev hişyarî derbarê Rojavayê Kurdistanê de bûye û Serokê Amerîkayê Joe Biden di civînên li gel herdu serokên Rûsya û Tirkiyê de tekez kiriye ku pêwîst e ew êrîşî Rojavayê Kurdistan û navçeyên Rêveberiya Xweser nekin.

Nûnerê HDPê amade nebû hûrgiliyên zêdetir derbarê wê daxwaz û hişyariya Joe Biden bo Putîn û Erdogan de aşkere bike.

Ev yek di demekê de ye ku ti aliyekî fermî yê Amerîka, Rûsya û Tirkiyê derbarê kombûnên di navbera her sê serokan de ti zanyariyek belav nekirine.

Joe Biden roja 14ê vê mehê di çarçova Lûtkeya NATOyê de li Brukselê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kom bû û peywendiyên di navbera wan welatan de hatin gotûbêjkirin ku ji ber çend mijaran pirsgirêk di navbera herdu aliyan de heye ku yek ji wan piştevaniya Amerîkayê ya bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e.

Herwiha Biden roja 16ê vê mehê jî li Cinêvê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiya û di wê civînê de jî peywendiyên dualî û mijarên ciyawaz hatin gotûbêjkirin.

Destêpa sala 2018an Tirkiyê li gel grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku hevpeymanên wî welatî ne êrişî Rojavayê Kurdistanê kir û piştî du meh ji şer û pevçûnan dest bi ser herêma Efrînê de girt.

Cotmeha 2019an jî artêşa Tirkiyê li gel çekdarên opozsiyona Sûriyê êrişeke din a berfireh bo ser deverên Girê Spî û Serê Kanî yên Rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin û ew herdu bajar ketin destê wan çekdaran.

Êrişa bo ser herêmên Girê Spî û Serê Kanî piştî erêkirin û vekişandina hêzên Amerîkî bû ji aliyê Donald Trump, ku serokê wê demê yê Amerîkayê bû, lê ev yek rastî nerazîbûneke tund a kes û aliyên diyar ên Amerîkî jî hatibû ku yek ji wan jî Joe Biden bû.

Herwiha Rûsya jî piştevaniyê li rejîma Sûriyê dike û bi saya wê hevkarî û alîkariya Rûsyayê, hikûmeta Sûriyê karî devereke berfireh ji destê çekdarên opozisyonê derxe.

Top