• Saturday, 29 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî serbarê serdana xwe de twittek belav kir

Nêçîrvan Barzanî serbarê serdana xwe de twittek belav kir

dibêje emê têkiliyên xwe berfiretir û bihêztir bikin.
Dibêje kêfxweşbûm ku îro li gel Şahê Urdinê civiyame.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku îro bi serdanek çû bû Urdinê û li gel şahê vê welatî Şah Ebdulah civiya bû, piştî bi dawî hatina serdana xwe derbarê serdanê de twittek nivîsî.

Nêçîrvan Barzanî di twitta xwe de nivîsandiye: Kêfxweş bûm ku îro li gel Şahê Urdinê Şah Ebdulah civiyam, di civînê de me giftûgo derbarê têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Urdinê, hevkariya abûrî û astengiyên heyî yên li deverê de kir.

Barzanî herwiha nivîsandiye: Têkiliyên xwe li gel Urdinê bigirîng dizanin û hewl didin zêdetir wan têkiliyan bihêztir û berfiretir bikin.

 

 

Top