• Sunday, 30 June 2024
logo

Hikûmeta Iraqî biryara şandina 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê da

Hikûmeta Iraqî biryara şandina 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê da

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê biryara şandina 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê daye.

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê biryara şandina 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê daye û tenê aliyê teknîkî dimîne ku pere werin şandin.

Hesen Nazim diyar kir: “Pere dê weke sûlfa bên dayîn û piştre dê ji budçeya Herêmê bên birîn.”

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê got: “Rewşa karmendên Herêma Kurdistanê di warê mûçeyên wan de ne baş e, ji ber vê yekê Encûmena Wezîran biryar daye ku pereyan bişîne û deng li ser hatiye dayîn, ji aliyê teknîkî û cîbicîkirin ve jî dê di demeke nêz de bi dawî bibe.”

 

K24

Top