• Sunday, 30 June 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya

giftûgo li ser berfiretir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Londonê hate kirin.
Di civînê de behsa rewşa Îraqê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraq, hilbijartinên Îraqê û pêşeroja prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.

Di civînê de Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, kêşe û metirsiyên siyasî û ewlekarî yên li berdem Hewlêr û Bexdayê kirin.

Di berdewamiya civînê de bandora siyasetên herêmî li ser rewşa Îraq û rêyên heyî yên bo dabîn kirina aramî û asayîşê li Îraqê, hatin nîqaşkirin û her du alî balkêşandine ser hewldanên heyî yên bo damezrandina navendên hevbeş yên hemahengî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de.

Her di heman civînê de yekxistina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge de bi pêngaveke gelek girîng hatin wesifkirin.

Di dawiya civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û berfiretir kirina têkiliyên han hate kirin.

Top