• Sunday, 28 July 2024
logo

Stranbêja navdar Adele diza kurdan derket

Gulan Media January 8, 2016 Hunerî
Stranbêja navdar Adele diza kurdan derket
Yekîtiya Koma Meslekên Xwediyê Berhemên Muzîkê (MSG) piştî lêkolîna ser strana Adele ya bi navê Milllion Years Ago" (Bi milyonan sal berê) ragihand, hevşibiyeke mezin di nabera Milllion Years Ago û strana Ahmet Kaya ya bi navê Acılara Tutunmak’ (Pêgirtina Derdan) de heye.

Stranbêja navdar a brîtanî Adele albûmeke beriya niha albûmek derxistibû û strana wê ya "Milllion Years Ago" rekora firotinê şikandibû. Hevşibiya rîtma wê stranê û ya strana Ahmet Kaya bi navê “Acılara Tutunmak” bibû rojev.

Yekîtiya Koma Meslekên Xwediyê Berhemên Muzîkê herdu stranên navborî bi awayekê teknîkî birin birrin beramberî hev.

MSG piştî lêkolîna ser herdu stranan kirî ragihandin hevşibiyeke mezin di navbera wan de heye û doz dikare li hemberî stranbêja navdar Adele bê vekirin.

Herwiha MSGê diyar kir wan Guleten Kaya hevjîna Ahmet Kaya ji vê yekê agahdar kirine.

Gulten Kaya di destpêka nîqaşan de gotibû: “Eger bi zanetî kiribe, ew dibe dizî lê ez bawer nakim ku stranbêjeke navdar a cîhanî tenezulî wê yekê bike."

Rudaw
Top