• Sunday, 30 June 2024
logo

Sefîn Dizeyî: Kêşeya PKKê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye

Sefîn Dizeyî: Kêşeya PKKê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihandiye girjî û alozî di navbera PKKê û Partiya Demokrata Kurdistanê de nînin û alozî di navbera PKKê û Herêma Kurdistanê de hene.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji BBC Tirkî re axiviye û gotiye: ‘’PKK 30 sal e li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê de bi cî bûye û xwe weke cîgirê Herêma Kurdistanê dizane. ‘’

Herwiha Sefîn Dzeyî  aşkere jî kiriye hêza Pêşmerge li jêr fermana Wezareta Pêşmerge de ye ku  Wezareta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji ber wê kêşe di navbera PKK û PDKê de nîne, belkî di navbera PKKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amaje bi wê yekê jî kiriye PKK bûye sedem ku nearamî û alozî li wan herêmên sînorî pêk were.

PKKê beriya bi çend rojan li herêma Metîna û Zaxoyê 6 Pêşmerge şehîd kirin û 7 Pêşmere jî birîndar kirin.

 

K24

Top