Peywendiyên dîrokî di navbera Kurdistan û Urdinê de hene
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Urdinê dike ku Herêma Kurdistanê û Urdin xwedî peywendiyên bihêz û dîrokî ne. Şahnişîniya Urdinê helwêsteke neguhertî derbarê mafên Kurdan de hebû.
Li gor pêdaçûnekê ku ji aliyê nivîskar Quteybe Fazil ve hatiye kirin, di sala 1920 de dema ku Mîr Ebdulla Husên, vegeriyaye welatê xwe ji bo wergirtina desthilatê, ew ji aliyê du efserên Kurd ve hatiye pêşwazîkirin, yek ji wan Xelîl Bekir Zazayî û yê din jî Nûredîn Berzincî bûye.
Herêma Kurdistan û Şaninîşîna Urdinê pêwendiyeke dîrokî heye, qonax li pey qonaxê, ew pêwendî pêşve çûne, niha gihiştine astekê ku Şah Ebdulla Şahê Urdinê bi protokol û merasîmên fermî pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.
Mamosteyê Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr Dr. Beyar Doskî, dibêje, “Peywendiyên Kurdistan û Urdinê, peywendiyên dîrokî ne û vedigerin serdama Mela Mistefa Barzanî. Wê demê Şêwirmendê Mezin ê Mela Mistefa, Kamîran Bedirxan di heman demê de şêwirmendî bo Urdinê jî kiriye û peywendî hatine pêkanîn. Di salên 90 de ev peywendî qayîm bûne, di wê dema ku Melîk Husên vexwendame bo Mam Celal şandî ku şerê navxwe yê Herêmê bê rawestandin.”
Şêwirmendê berê yê Şah Ebdulla şahê Urdinê Salih Qelab û wezîrê berê yê rewşenbîrî li Urdinê amaje bi wê yekê dide ku pêwendiyên di navbera herdû aliyan de gelekî kevnin û bo serdema Şah Husên û Mela Mistefa Barzanî vedigerin.
Şahnişîna Urdinê helwêsteke neguhertî li hember mafên Kurd hebû û çend caran jî berpirsên Urdinê serdana Mela Mistefa Barzanî kirine, herweha sala 1964ê bi rêya Mela Mistefa Barzanî, Celal Talebanî hat spartin ji bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera Kurd û Urdinê de. Di salên 90 de, ew pêwendî bihêztir bûn.
Di serdema kabîneya pêncem û şeşem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendî dîsan bihzêtir bûn, di sala 2007 de Serok Mesûd Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê bo cara yekemîn ji aliyê şahê Urdinê ve hat pêşwazîkirin, ku vê yekê pêwendiypên herdû aliyan birin qonaxeke din. Ji sala 2011ê ve, Urdinê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir.
Serokê Navenda Lêkolînan ya TASKê Osman Elî, dibêje, “Li Urdinê derdora 100 hezar Kurd heye jibilî wê ku 100 hezar Kurdên din ku ji dema Selahedînê Eyyubî ve li wir in, van di nav civaka Urdinê de rol heye. 2 serokwezîrên Urdinê Kurd bûne.”
Li Urdinê nêzîkî 30 hezra Kurd hene, Ew li Urdinê ji dayik bûne lê bi esil Kurdin, piraniya wna li bajarê Emman, Erbed, Zerqa û Selt dijîn û bi temamî tevlî civaka Urdinê bûne, dîroka çûna wna jî bo serdema Selahedîn Eyûbî vedigere.
Herweha di şerê Kendavê de, hejmarek Kurd ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dane Urdinê heya niha li wir mane, ji xeynî Kurdên Başûr jî, Kurdên parçeyên din yê di nava wan de Rojhilatê Kurdistanê li Urdinê hene.
Rudaw