• Saturday, 29 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê pirsa seqamgiriya navçeyê gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê pirsa seqamgiriya navçeyê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê û Şahnişînê Urdinê îro dicivin û pirsa seqamgiriya navçeyê gotûbêj dikin. Ji serdema Şah Husên Telal heta niha, pêwendiyên dîrokî û bihêz ên Kurdistan û Urdinê hene.

Şahnişînê Urdinê Şah Ebdullayê Duyem, 24ê Çileya 2018an, li perawîza Dîdara Abûrî ya Cîhanî li Davosê li Swîsrayê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Piştî sê sal û nêzîkî 6 mehan, lê vê carê li Emmana paytexta Urdinê, herdo serok dicivin.

Li gorî daxuyaniyeke Serokayetiya Herêma Kurdistanê, “Ew pêwendiyên Urdinê li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê, di warên alîkarîiya navbera herdu aliyan de û pêşhateyên nû yên navçeyê, gotûbêj dikin.”

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Urdinê bi girîng binav dike û dibêje, “Ev serdan jî her di çarçova tevgera dçplomasî ya cenabê Serokê Herêmê de ye ji bo qayîmkirina peywendiyan, alegoriya bîr û ra, ji bo pêkanîna têgihiştina hevbeş li ser wan pirsên ku ji bo herdu aliyan jî cihê girîngiyê ne.”

Ji sala 2011an ve, Urdinê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekiriye.

Tevî wan pêwendiyên siyasî yên bihêz, di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de hene, ji aliyê bazirganî ve jî, pêwendiyên bihêz di di navbera Emman û Hewlêrê de hene.

Nêzîkî 110 kompanyayên Urdinê li Herêma Kurdistanê, di warên cuda de, kar dikin.

Şêwirmend û Berdevkê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Fethî Mihemed dibêje, “Urdin ji wan welatan bû ji destpêka rûxana rejîma berê, li gel Herêma Kurdistanê bazirganî û herwiha çalakiyên din ên aborî destpê kirin û çendîn pêşangeh pêk anîn. Urdinê derdora ji %15-20 qebareya bazirganî li gel Herêma Kurdistanê heye.”

Ji serdema Şah Husên Telal heta niha, pêwendiyên dîrokî û bihêz ên Kurdistan û Urdinê hene.

Di dema giştpirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî, Eymen Sefedî, Wezîrê Derve yê Urdinê yê wê demê ragihand, ev pirsek e navxweyî ye û ew destêwerdanê nakin.

Dema Nîsana îsal jî, Şahzade Hemze Bin Husên bi gumana plandanînê ji bo jikardûrxistina Şah Ebdulla hate girtin, Nêçîrvan Barzanî, di twîttekê de ragihand:

“Em hemû piştgiriya xwe ji bo xwedî şiko, Şah Ebdullayê Duyem, şahê şahnişîniya Urdina Haşimî û malbata şahane û aramî û asayiş û seqamgîriya Urdinê û gelê wê, tekez dikin.” 

Serok Barzanî, pêwendiyeke wî ya bihêz ligel Şah Husên hebû, pêwendiyeke wî ya bihêz ligel Şah Ebdulla heye, û şeş caran ji aliyê Şah Ebdulla ve, hate vexwendin bo Urdinê û ligel Şah Ebdulla civiya, ku cara dawî sala 2019an bû.

 

Rudaw

Top