• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Xurmatû berpirsekî din ê kurd ji kar hat dûrxistin

Li Xurmatû berpirsekî din ê kurd ji kar hat dûrxistin

 Li Xurmatû rêveberê kiştûkal ê bajar ku kurd bû ji erk hat dûrxistin û di cîha wî de kesekî ereb hat danîn.

Îro 22.06.2021ê sekreterê encûmena qeza Xurmatû yê berê Serdar Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêveberê kiştûkal ê Xurmatû yê kurd Husên Elî Mihemed ji erkê xwe hat dûrxistin û di cîha wî kesekî ereb ê bi navê Rukan Ewez hate danîn.’’

Herwaha got, naha li bajar ti rêveberekî kurd nemaye û ew kesê ku nû wek rêveberê kiştûkal ê Xurmatû hatiye destnîşan kirin bavê wî di dema rejîma Beis de endamê firqeya Beis bû.

Vê derbarê de BasNewsê xwest bi qaymeqamê sepandî yê bajarê Xurmatû Hesen Zeynelabidin re peyvendî çêbikê lê ew peyvendî berdest nebû.

 

Basnews

Top