• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokwezîr li gel balyozê Amerîkayê behsa çend mijaran kir

Serokwezîr li gel balyozê Amerîkayê behsa çend mijaran kir

behsa şerê dijî DIŞIê kirin.
Dibêje pêdiviye hevkariyên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge berdewam bin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 21ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû behsa pêşhat û guhertinên dawî yên Îraq û herêma Kurdistanê hate kirin. Me herwiha tekez li ser girîngiya berdewam bûna reformên nava wezareta pêşmerge û hevkarî û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge ji aliyê hêzên hevpeymanan ve bo rûbirû bûna terorê û parastina aramiyê li deverê de kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewş û mercên lidarxistina hilbijartinên pêş yên Îraqê û pêdiviya derfet xweş kirinê li berdem hilbijartineke azad û şefaf ku maf û xwesteka tevahiya pêkhateyên cuda yên Îraqê dabîn bîn bike, kir.

Top