• Saturday, 29 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî peywendiyek telefonî encam dan

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî peywendiyek telefonî encam dan

Serokê Heram Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Îbrahîm Reîsî yê ku wek Serokkomarê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin re bi riya telefonê pîrozbahî lê kir.

Serokatiya Herema Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku Nêçîrvan Barzanî ji ber hilbijartina Îbrahîm Reîsî wek Serokkomarê nû yê Komara Îslamî ya Îranê bi riya telefonê pîrozbahî lê kir û jê re hêviya serkeftinê xwest.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina spas û pêzanînên ji bo hevkarî û piştgîriyên Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê di rojên dijwar de, hêvî kir di serdema serokayetiya Serok Reîsî de, peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî li ser bingeha berjwendiya hevbeş û cîrantiyeke baş, zêdetir ber bi pêşve biçin û warên alîkarî û hevbeşa di navbera her du aliyan de berfirehtir bibin.

Herwihadi daxuyaniyê de hat destnşîan kirin ku Îbrahîm Reîsî ji aliyê xwe ve xweşhalî û spasiya xwe ya ji bo peywendî û pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û hêviya ber bi pêşveçûna zêdetir peywendiyan û alîkariya Komara Îslamiya Îranê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Top