Wezareta Plandanan: Hejmara rûniştvanên herêma Kurdistanê zêdetirî 6 milyon kesan e
wezareta plandanan a hikûmeta herêma Kurdistanê raporta xwe ya dawiyê derbarê hejmara rûniştvanên herêma Kurdistanê de ragehand, hejmara rûniştvanên herêma Kurdistanê 6 milyon kesan zêdetir e.
Wezareta Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca aşkera kirina pêşbîniyan û ew pêwîstiyên ji aliyê hejmara rûniştvan û amarên niştecîhbûn û pêşketina rûniştvanan û dahat û mirin û ji dayîkbûnê de heyî îro 22.06.2021ê bi raportekî hemû ew amar aşkera kirin.
Li gor raporta desteya amar a ser bi wezareta plandananê amade kiriye, hejmara niştecîhên herêma Kurdistanê di sala 2012ê de 4 milyon û 622 hezar kes bûye û naha jî 6 milyon û 200 hezar kes e û pêşbînî tê kirin di sala 2030ê de bigehe 7 milyon û nîv kesan û heta sala 2040ê jî bigehe nêzîkî 9 milyon kesan.