• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îspanyayê fîlmên kurdî

Gulan Media December 29, 2015 Hunerî
Li Îspanyayê fîlmên kurdî
Li bajarê Bilbaoyê ya herêma Bask a Îspayayê festîvala fîlman birêve çû û di bernameya festîvalê de 3 fîlmên kurdî û belgefîlmek li ser Kurdan jî hatin nîşandan.

Di navbera 14 û 18yê Berfanbarê de li bajarê Bilbaoyê ya Îspanyayê festîvala fîlmên navneteweyî hat lidarxistin.

Di bernameya festivalê de belgefîlma bi îspanî hatî çêkirin “Kobanî ji nûve dest pê bike (Kobanî, volver a empezar), fîlma derhênerê kurd Miraz Bezar a bi navê “Zarokên Amedê” û ya derhênerê navdar ê kurd Hiner Salem a bi navê “My Sweet Pepper Land” hatin nîşandan.

Rêvebirê festîvalê Juan Soriu ji Rûdawê re wiha got: “Me xwest em bi wan fîlman jiyana herçar parçeyên Kurdistanê bidin xuyandin.”

Juan Soriu herwiha amaje kir wanxwestiye kurd ne bi têne şerî ve mijûl in, ew karî hûnerî û yên sinemayê jî dikin.

Di festîvalê de fîlmên kurdî rastî ecibandineke baş hatin.

Rudaw
Top