• Thursday, 18 July 2024
logo

Parlamenterek: Li Bexdayê ti xizmetek ji bo hemwelatiyan nayê kirin

Parlamenterek: Li Bexdayê ti xizmetek ji bo hemwelatiyan nayê kirin

Parlamentereka Iraqê ragehand, ti projeyekî stratejîk û xizmetê li Bexdayê ji bo hemwelatiyan nehatiye dabîn kirin.

Endama lijneya ragehandin û pêwendiyan li Parlamentoya Iraqê Ela Rubeyî di beyanameyekî de ragehand: ‘’Proseyekî gendeliyê ya berfireh li Bexdayê destpê kiriye, ku navûbangê wî bajarê xirab dike.’’

Ela Rubeyî got, serpereştiya emîndariya Bexdayê ve, şînkayî û darên navçeya Buîse ya li başûrê Bexdayê tên birîn û cîhên wê de avahiyên bilind lê çêdikin.

Wê parlamentera Iraqê got, ji bo hemwelatiyên Bexdayê heta naha ti projeyekî stratejîk nehatiye danîn û ti xizmetek jî nayê dabîn kirin.

Ela Rubeyî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, destwerdanê ew bixwe bike û peykerbendiya emîndartiya Bexdayê darijîne. Ji ber xizmetên li Bexdayê hene li gel pêgeha dîrokî ya wî bajarî hev nagrin.

 

Basnews

Top