• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Fermanarê hêzên Îtalî civiya

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Fermanarê hêzên Îtalî civiya

Dema erkdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.

Roja Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Îtalî yên li Îraqê Francesco Princhî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Roja şemî 19ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên Îtalî li Îraqê Francesco Princhi kir ku jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî li Îraqê serdana me kiribû.

Me spasiya hikûmeta Îtalyayê kir bo piştîvanî û piştgîrî kirina hêzên pêşmerge di rûbirû bûna DIŞIê de û hêviya serkeftinê jî ji bo Jeneral Francesco di pîwerdariya nû de xwest.

Fermandarê giştî yê hêzên Îtalî li Îraqê jî behsa têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera Kurdistan û Îtalyayê kir û stayîşa herêma Kurdistanê jî kir ku bûye panageheke aram bo aware û penaberan û navenda bihevre jiyana aştiyane ya li deverê de.

 

 

Top