• Tuesday, 23 April 2024
logo

Li Rihayê şerê çekdarî: 2 kuştî û 6 birîndar

Li Rihayê şerê çekdarî: 2 kuştî û 6 birîndar

Li navçeya Pirsûsê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê di şerê çekdarî yê navbera du malbatên xizmên hev de 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Axwêranê yê Pirsûsê niqaşa ku di navbera du malbatên xizmên hev de ku hej sedema wê nayê zanîn,  veguherî şerê bi kevir, dar û çekan.

Di encama wî şerî de 8 kesên birîndar bûn û bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Pirsûs û Rihayê.

Li nexweşxaneyê ji birîndaran H.G. û K.G. tevî hemû hewlên bijîşkî ji canê xwe ji dest dan.

Li cihê bûyerê û li nexweşxaneyê tedbîr hatine hildan ku dubare şer û alozî dernekevin û herwiha hêzên ewlehiyê dest bi xebatên desteserkirina kesên tevlî şer bûne kir.

Di vê navberê de, hat îdiakirin ku şer ji ber bikaranîna ava avdaniya zeviyên çandiniyê derketiye.

 

Rudaw

Top