• Thursday, 28 March 2024
logo

10 terorîstên DIŞIê hatin girtin

10 terorîstên DIŞIê hatin girtin

piştî nemana DIŞIê weke tîmên razayî yên DIŞIê kar kirine.
Li Parêzgeha Kerkûkê hatine girtin.

Navenda operasiyonên hevbeş ya Îraqê belav kiriye ku operasiyonên hêzên ewlekarî yên Îraqê li dijî terorîstên DIŞIê û tîmên razayî yên DIŞIê berdewamin û di vê çarçoeyê de li ser esasê zaniyariyên berdest, li Kerkûkê operasiyoneke din hatiye lidarxistin.

Li gor daxuyaniya navenda operasiyonên hevbeş ya Îraqê di operasiyona han de ku li temamiya parêzgeha Kerkûkê hatiye lidarxistin 10 endamên DIŞIê hatine girtin.

Terorîstên girtî beriya niha di nava DIŞIê de bûne û piştî nemana DIŞIê jî li deverê de weke tîmên razayî yên DIŞIê kar kirine.

Top