• Saturday, 27 April 2024
logo

Muhafizekarek dibe Serokkomarê Îranê

Muhafizekarek dibe Serokkomarê Îranê

Duhê li Îranê hilbijartinên Serokkomarî hatibûn kirin.

Duhê li Îranê bo diyar kirina 13mîn Serokkomarê Îranê hilbijartin hate kirin û her çend rêjeya beşdarbûna xelkê di hilbijartinê de kêm bûye, lê çapemeniya fermî ya Îranê ya nêzî desthilatê ragihandiye ku beşdariya xelkê di asteke baş de bûye.

Prosesa dengdanê yaku biryar bû seat 5ê êwarê bi dawî were, heta seat 2ê şevê 6 caran hate dirêjkirin.

Îro jî çapemeniya fermî ya Îranê belav kir ku, kesek bi navê Îbrahîm Reîsî bûye Serokkomarê Îranê.

Îbrahîn Reîsî berê Serokê civata dadweriya Îranê bû, kesekî muhafêzekar û nêzî Rêberê Îranê Elî Xamneyiye.

Piştî diyar bûna encamên nefermî, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî diyar kiriye ku vê piştî 45 rojên din dawî bi dema Serokkomariya wî hatiye.

Top