• Monday, 20 May 2024
logo

Dadgeha Bilind cezayê parlamentera berê ya HDPê pesend nekir

Dadgeha Bilind cezayê parlamentera berê ya HDPê pesend nekir

 Dadgeha Bilind ya Tirkiyê, cezayê Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demirel ku 7 sal û 6 meh hatibû dayîn pesend nekir.

Çaglar Demirel, piştî parlamenteriya wê hate hilweşandin di sala 2015an de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtinn û ji aliyê dadgehê ve 7 sal û 6 meh ceza hate dayîn. 16emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryara 5emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ji aliyê kêmbûna rê û rêzikan pesend nekir.

16emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryar da ku doza Demirel ku berdewam e û doza ku KCKê ku bi hevre têkildarin nekirina yek li gor rê û rêzikan nîne û cezayê hatiye dayîn pesend nekir.

Piştî ku Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê cezayê hatibû dayîn pesend kir parêzerên Çaglar Demîrel bo biryar bê hilweşandin serlêdana Dadgeha Bilind kiribûn. Parêzeran di serlêdana xwe de destnîşan kiribûn ku cezakirina ji ber axaftinên di dema parlementeriyê de dijî Destûra Bingehîn in û xwestibûn cezayê hatiye dayîn bê hilweşandin.

Piştî vê biryarê dosyeya Demîrel ya Doza esasî ya KCKê ya li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê bi dosyeya 5emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ve hat yek kirin.

Parlamentera berê ya HDPê Çaglar Demîrel di sala 2015an de  hate girtin û heta niha jî di girtîgehê de tê darizandin.

 

Rudaw

Top