Klîpa Dotmîr belav dibe
![Klîpa Dotmîr belav dibe](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/181227Image1.jpg )
Dotmîr Nazî ku li Swêdê dijî, derbarê karê xwe yê dawî ji Rûdawê re ragihand: “Hemû karên min ên hunerî ji belavkirinê re amade ne. Di van rojan de klîpa Sêriyana Eşqê dê were belavkirin.”
Dotmîr wiha got: “Tekesta Sêriyana Eşqê ji aliyê nivîskar Edîb Çelkî û Rondik Bamernê ve hatiye nivîsandin. Herwiha Rondik mozîka wê amade kiriye û li studyoya Deng û Reng a Dihokê hatiye tomarkirin.”
Rudaw