• Thursday, 28 March 2024
logo

Peyama Serok Barzanî li ser salvegera destana derbasbûna ji rûbarê Arasê

Peyama Serok Barzanî li ser salvegera destana derbasbûna ji rûbarê Arasê

Heftê û çar sal di ser destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî di rûbarê Aras re derbas bû û di vê boneyê de Serok Mesûd Barzanî di peyameke xwe de ragihand; Destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbarê Arasê, redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê di dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.

Serok Mesûd Barzanî diyar dike ku di wê destana dîrokî de îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ewe hate selimandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan di nav ewladên gelê Kurd de her dimîne û ew îrade ji hemû hêz û artêş û planek bihêztir e.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Îro heftê û çar sal di ser destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî di rûbarê Aras re derbas dibe. Di 18ê hezîrana 1947an de piştî pêncî sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û vala derxistina gefên dijminan li rêyeke dûr û dirêj û dijwar de Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbarê Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê. Ew destan rehendên neteweyî û dîrokî û siyasî û serbaziya mezin hebû û bandoreke yek alîker li ser mayina doza rewa ya Kurd ya di wê demê û li qonaxên paşerojê de bi cih hişt.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dijminan ew bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkirî yê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lê belê di wê destana dîrokî de îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ewe hate selimandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan di nav ewladên gelê Kurd de her dimîne û ew îrade ji hemû hêz û artêş û planek bihêztir e. Destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbarê Arasê redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê di dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.

Mesûd Barzanî

18.06.2021

 

Top