• Thursday, 16 January 2025
logo

Demirtaş: Em bikeran nas dikin, bi armancên wan jî dizanin

Demirtaş: Em bikeran nas dikin, bi armancên wan jî dizanin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di derbarê Deniz Poyraz de ku duh di êrişa ser Şaxa HDPê ya li Îzmîrê de hat kuştin, peyamek belav kir û ragihand, "Em bikeran nas dikin, em armancên wan jî dizanin."

Li ser hesaba xwe ya Twitterê, Selahattin Demirtaş got, “Ez ji hevala me Deniz re ku bi rengek pîs hat kuştin, hêviya rehmetê ji xwedê û ji malbat xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazim. Êşa me mezin e, lê berxwedan û hêviya me jî gelek mezin e.”

Demirtaş bi gotina “Em bikeran nas dikin, em armancên wan jî dizanin”, diyar kir: “Wê hingê em dê nekevin ber hêrsê û em dê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna xwe ya aştiyê bernedin. Rêya pêşîgirtina li provakasyonan mezinkirina têkoşîna demokrasî û hevgirtinê ye.”

Hevserokê berê yê HDPê herwiha destnîşan kiriye, ku ew dê ji berpirsyarên wan êrişan hesabê bixwazin û destnîşan kir: “Em dê hesabê hemû wan qirêjiyan li pêşiya qanûnê bixwazin û em dê bi hev re civakek aştî û pêşerojek azad misoger bikin.”

Roja Pêncşemê 17ê Hezîrana 2021an, Şaxa HDPê ya li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê rastî êrişê hat û di encamê de xebatkareka HDPê ya bi navê Deniz Poyraz a 35 salî hat kuştin.

 

Rudaw

Top