• Tuesday, 23 April 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Kurdistan bi cureyên berhem û tamên xwe ve bê nasîn

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Kurdistan bi cureyên berhem û tamên xwe ve bê nasîn

spasiya hevkariyên Holendayê jî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi merasîmekê bingeha kargeha pîşesaziya kiştûkaliyê ya li bajarokê Rovya ya ser bi qeza Berdereş a parêzgeha Dihukê danî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, gotarek pêşkeş kir ku ev jî texta gotarê ye; 

 Bi navê xwedayê mezin û mîhreban

 Amadebûyên hêja hûn gelek bi xêr hatin

 Bixêrhatina taybet li balyozên giştî yê qraliyeta Holanda dikim

 Hevalên hêja

Ez gelek keyfxweş im ku li vê derê beşdarî danîna kevirê hîmê kargeha cotkariyê bo berhemên kiştûkaliyê û avakirina wê kargehê bo saxlem ragirtina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê dikim. Projeyên wiha gelek giring in û stratejîk in bo piştevaniya sektora kiştûkal û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê.

Spasiya şîrketa cîhbicîhkar dikim ku dest bi bicîhanîna vê projeyê kirin, herwiha piştevaniya Holandayê bo vê projeyê jî gelek bi nirx e.

Par dema me serdana Holandayê kir û li gel Serokwezîrê Holandayê em civiyan, me behsa vê yekê kir ku piştevaniya bernameya çaksazî û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê bikin. Bi kefxweşî ve hemû amadebûnek ji bo piştevanî û alîkariyê nîşan dan ji bo kiştûkal û hemû sektorên aboriyê yên Herêma Kurdistanê. Ez spasiya qraliyeta Holandayê dikim ku piştevaniyên wan ên şerê DIŞIê û piştevaniyên wan ên ji bo Pêşmerge û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge.

Em dizanin sektora kiştûkaliyê yek ji hîmê serekî yê pêşxistina aboriya her welatekî ye. her projeyeke ku dibe hîmê damezrandina gelek projeyên din jî. Ev proje em dizanin bi hezaran derfetên kar ava dike, ku ev jî piştevaniyeke mezin e em pişt pê ve girêbidin û êdî neçar nebin berhemên biyanî hawirdeyî Kurdistanê bikin. Ev yek piştevaniyeke mezin e ji bo ku sektora pîşesazî û bazirganî pêngav bi pêngav pêş de biçe.

Cotkarên ku patate an jî genim diçînin, pêwîst e piştrast bin ku berhemên wan dê saxlem bimînin. Bernameya hikûmetê ew e ti nîgeraniyek li gel cotkaran nemîne û giringî bi berhemên xwe û cureyên wê bidin. Di xema saxlem mayîna wê de nebin. Hikûmet di wergirtin û saxlem rakirina berhemên wan de, dê piştevan be û di pêwendiyên xwe de li gel welatên derdor û welatên dost û Ewropa jî di hewldanê de be ji bo bazarekî derve bibîne û bi spasî ve derfetek heye û wezareta kiştûkalê jî bi spasî ve kar li ser dike.

 Daxwaza min ji cotkarên xoşdevî ew e ku giringî bi berhemên xwe bidin. Em dixwazin Kurdistan bi cureyên berhem û tamên xwe ve bê nasîn û bibe navnîşanek ji bo berhemên Kurdistanê ku li derve bên firotin.

 Careke din daxwaz ji cotkaran dikim, piştrast bin Hikûmet dê piştevan be di parastin û saxlem rakirina berhemên wan de. Hemû hewldanekî em ê bidin ku neçar nebin wan berhemên navxwe dest dikevin li derve neyên anîn. Hikûmet jî berpirs e di kontrolkirina nirx ji bo hemû hemwelatiyan.

 Careke din di cîh de ye bibêjim ew rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye kirin, ji bo şandina budçeya Herêma Kurdistanê pêngaveke baş dibe ji bo bihêzkirina aboriya Kurdistanê û mûçeyên fermanberan jî. Hikûmet di pêşxistina aboriya xelkê Kurdistanê de dê berdewam be.

 Ez di wê baweriyê de me madem li Kurdistanê rewşek heye ku aborî pêş de diçe, hêvîdar im Hikûmeta Iraqê jî ber bi herêma Kurdistanê ve bê û bazara Iraqê ji bo me veke. Ew destkeftê li Herêma Kurdistanê bi dest dikeve sûda wê ji bo hemû xelkê Iraqê dibe.

Careke din destxweşiyê li we dikim û piştrast bin Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî soza xwe ye û derfeta kar dê bi piştevaniya dostan ve ava bike, waye îro bi hezaran derfetên kar bo xelkê me hatiye ava kirin.

    Ez destxweşiyê li wan dikim ku di vê projeyê de kar kirine.

    Hêvîdar im Kurdistan hertim serkeftî be.

    Gelek spas

Top