• Thursday, 18 July 2024
logo

Koma G7 pesnê hêzên pêşmerge dide

Koma G7 pesnê hêzên pêşmerge dide

dibêje berdewam dibin li ser hevkarî kirina Îraqê.
Balyozxaneya Brîtanyayê ev yek belav kiriye.

Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Bexdayê li ser hesabê xwe yê fermî li ser twitterê peyamek derbarê naveroka civîna koma G7an de weşandiye.

Di peyama han de balyozxaneyê nivîsandiye; Di civîna G7 de welatên beşdar, derbarê rewşa Îraqê de jî nîqaş kirine û pesnên hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê di şerê dijî DIŞIê de dane.

Di berdewamiya peyamê de hatiye nivîsandin ku G7 gotiye berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Îraqê û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê.

Herwiha hatiye nivîsandin ku erkê serekî yê hevpeymaniya cîhanî li Îraqê şêwirmendî bo artêşa Îraqê û hevkarî kirina artêşa Îraqê û hêzên pêşmergeye bo rûbirû bûna terorê.

Top