• Thursday, 16 January 2025
logo

Pirtûka Serok Barzanî bi zimanê Tirkî derket

Pirtûka Serok Barzanî bi zimanê Tirkî derket

Pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê "Bo Dîrokê" bi zimanê Tirkî derket. Pirtûk ji aliyê rojnamevan Îhsan Yalin ve hat wergerandin û ji aliyê weşanên Avestayê ve hat çapkirin.

Serok Mesûd Barzanî di pirtûka "Bo Dîrokê" de behsa kurte-dîroka Kurdistanê dike, balê dikşîne ser geşedanên di proseya referanduma serxwebûnê de, herwiha nirxandinên wî yên li ser Kurdistan, Iraq û herêmê di pirtûkê de cih digrin.

Pirtûk ji aliyê rojnamevan Îhsan Yalin ve hat wergerandin û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin.

Di pirtûkê de hatiye destnîşankirin: “Di vê sedsala dawî de gelê Kurdistanê ji bo ku bi dewleta Iraqê re di aştî, wekhevî û şirîkatiyê de bijî, çi ji destê wî tê kiriye. Lê belê dewleta Iraqê ji bo înkarkirin û erebkirina Kurdan gelek rê ceribandin û jenosîd anîn serê wan. Gelê Kurd ji ber vê yekê referandum pêk anî. Referandumê li hember jiyana zor û zehmet a sedsala dawî ya Kurdan, rêyek modern û aştiyane nîşan da.”

Hêjayî gotinê ye ku wergera bi zaravayê Kurmancî ya pirtûka "Bo Dîrokê" di meha Gulanê de ji aliyê nivîskar û rojnamevan Arif Zêrevan ve hatibû wergerandin û ji aliyê heman weşanxaneyê ve hatibû çapkirin.

 

K24

Top