• Sunday, 26 May 2024
logo

Îran û Îraq vîzeya navbera xwe nahêlin

Îran û Îraq vîzeya navbera xwe nahêlin

dibêje em niha li benda bersifa aliyên Îraqî ne.
Îran ev demeke hewl bo vê yekê dide.

Li gor çapemeniya Îranê balyozê vê welatî yê li Bexdayê Îrec Mescidî ragihandiye ku ev demeke Îran hewl bo vê yekê dide ku aliyên têkildar yên Îraqê ragzî bike daku vêzeya navbera Îran û Îraqê were hilweşandin.

Îrec Mescidî herwiha diyar kiriye ku hilweşandina vîzeyê tenê ne bo ziyaretkarên Îmam Husên dibe belku bo tevahiya welatiyên her du welatan dibe.

Mescidî ev yek eşkere kiriye ku Îran bo vê yekê daxwaz nameyek radestî aliyên têkildar yên Îraqê kiriye û niha li benda bersifa aliyên Îraqiye bo hilweşandina vîzeyê.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku Îran dixwaze bo hertim vîzeya navbera Îraq û Îranê were hilweaşandin.

Top