• Friday, 19 April 2024
logo

Esed li dijî Amerîka û HSDê dest bi pilaneke nû kiriye

Esed li dijî Amerîka û HSDê dest bi pilaneke nû kiriye

Li gel Serok eşîrên deverê ketiye têkiliyan.

Li gor zaniyariyên berdest, rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê li dijî hebûna Amerîka û hêzên sûriyeya demokratîk, ketiye nava tevgeran û dixwaze pilaneke hevbeş ya herêmî pêk bîne.

Li gor zaniyariyan, ev demeke rejîma Beşar Esed di çarçoveya pilaneke herêmî de li dijî Amerîka û HSDê dest kiriye bi danîna têkiliyan li gel Serok eşîrên ereb yên li Rojavayê Kurdistanê û dixwaze wan eşîrên Ereb li dijî Amerîk û HSDê bixe nava tevgeran.

Di raporta ku ji aliyê wezareta berevanî ya Amerîkayê ve hatiye weşandin, niha rejîma Sûriyeyê weke metirsiyeke mezin li opozîsyona Sûrî yaku ser bi Tirkiyeyê ye namêzîne belku HSD û Amerîka weke metirsiya herî mezin dibîne lewre daxwaz ji eşîrên Ereb dike daku aloziyan li wan deveran çê bikin bo ku Amerîka û HSDê bixin nava rewşeke dijwar de û rewşa deverê bi giştî têk biçe daku derfet bo hatina hêzên rejîmê bo wan deveran çê bibe.

Weke tê zanîn ev pilan, pilana Tirkiyeyê ye û Tirkiye çend caran hewl bo cîhbicîh kirina vê pilanê da lê serkeftî nebû.

Top