• Saturday, 18 May 2024
logo

Ji destpêka 2021 ve, hêzên Tirkiyê 25 sivîlên Sûrî kuştine

Ji destpêka 2021 ve, hêzên Tirkiyê 25 sivîlên Sûrî kuştine

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, di 6 mehên 2021ê de 25 welatiyên sivîl yên Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin.

Rewangehê di raportekê de belav kir, xwîna Sûriyan bi berdewamî li ser destê leşkerên Tirkiyê tê rijandin û ji destpêka îsal ve 25 sivîl ku piraniya jin û zarok in ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, 16 sivîl bi guleyên pasewanên sînor li parêzgehên Idlib û Hesekê hatine kuştin, ji nava wan jinek û 4 zarok in.

Da zanîn jî, 8 welatiyên sivîl ku ji nava wan 2 jin û 5 zarok in, di encama topbarana hêzên Tirkiyê li ser gundewarê bakur û rojhilatê Heleb û li gundewarê bakurê Reqayê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand jî, zirîpoşeke Tirkiyê li parêzgeha Idlibê pêle zarokekê kir û wê zarokê canê xwe ji dest da.

 

Rudaw

Top