• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

Serok Barzanî li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

dibêje yekxistina hêzên pêşmerge bo welatên hevpeyman gelek girînge.
Behsa hewldanên hevpeymanan li dijî DIŞIê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan yê li Sûriye û Îraqê Bell Richard kir.

Di civînê de Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan Bell Richar jiber şehîd kirina pêşmergeyan li çiyayê Metînan ji aliyê pkkê, ve sersaxî da Serok Barzanî û hêviya baş bûnê jî bo pêşmergeyên birîndar xwest.

Bell Richard bi berdewamiya axaftinên xwe de behsa hewldanên hêzên hevpeymanan li Sûriye û Îraqê yên li dijî terorîstên DIŞIê bo Serok Barzanî kir.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa ava kirina navendên hemahengiya hevbeş yên di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û dagirtina valatiya heyî ya li hin deverên Îraqê hate kirin û ev yek bi pêngaveke girîng hate wesifkirin.

Hewldanên heyî yên bo yek xistina hêzên pêşmerge û reformên nava hêzên pêşmerge mijarên din yên civînê bûn û Bell Richard ev yek eşkere kirk u yekxistina hêzên pêşmerge bo hevpeymaniya cîhanî gelek girînge.

Top