• Sunday, 28 July 2024
logo

Hunermendek ereb li ser Alan Kurdî stranek got

Gulan Media December 10, 2015 Hunerî
Hunermendek ereb li ser Alan Kurdî stranek got
Hunermendeke ereb li ser Alan Kurdî, yê ku havîna îsal di deryayê de xeniqî, stranek got.

Hunermenda ereb Emel Hîcazî, li ser zarokê kurd Alan Kurdî, stranek got. Navê wê stranê, “Fîn Demîr ya Beşer” (Ka wîjdana te ey mirov!) ye.

Wê hunermenda ereb, li ser wê stranê dibêje, dîmenên xeniqîna Alan Kurdî bû sedema jidayîkbûna vê stranê. Stran li ser şer û malwêraniyê ye.

Emel Hîcazî her wiha dibêje, ez di dema tomarkirina stranê de çend caran giriyam. Her pevyeke vê stranê ji nav dilê min derketiye ji ber wê jî ez hizir dikim dê pir were guhdarîkirin.

Rudaw
Top