• Saturday, 29 June 2024
logo

Hikûmeta Iraqê dê her meh 200 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Iraqê dê her meh 200 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê

Wezareta darayî ya Iraqê ragihand, ewê her meh 200 milyar dînar bidin Herêma Kurdistanê.

Wezareta darayî ya Iraqî duhî ragihand, piştî ku dîwana çavdêriya darayî ya Iraqê raporta xwe li ser dahatên Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan kir, biryar hat dayîn ku her meh 200 milyar dînar bo mûçeyê karmendan bidin hikûmeta Kurdistanê.

Wezaretê da zanîn, ew bûdceya han dê ji roja 1 Çileya îsal ve were hesibandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ragihandibû, wî bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re li ser bicîhanîna rêkeftina bûdceyê ya Hewlêr û Bexdayê peyivîye û her du aliyan li hev kirine ku pişka bûdceya Kurdistanê were şandin.

 

 

Basnews

Top