• Tuesday, 14 May 2024
logo

Pispor: Di hevdîtina Biden û Erdogan de girêkên sereke nehatin vekirin

Pispor: Di hevdîtina Biden û Erdogan de girêkên sereke nehatin vekirin

Amerîka û Tirkiye demeke dirêj e ji ber siyaseta cuda ya li ser Sûriyê û mijarên li ser moşekên S-400, F-35 ji hev dûr in û pêwendiya her du aliyan şikestî ye. Ji bo gotûbêjkirina kêşeyan, serkirdeyên her du welatan li Brukselê hevdîtin pêk anîn. Her du alî ji bo safîkirina kêşeyan hevdîtinên demên bê nîşan dan. Li gor pisporan Tirkiye di hevdîtinê de negihişt armanca xwe û dest vala vegeriya û tê amajekirin Amerîka tevî metirsiyên Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê piştevaniya xwe bo hêzên Kurdan dê berdewam bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ku piştî dest bi erka xwe ya serokatî kir li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yekem hevdîtina xwe li Brûkselê pêk anî. Pêwendiya her du aliyan ji ber nêrînên cuda yên li ser Sûriyê, pergala moşekê ya S-400 û balafira F-35an asteke ne baş de ye.

Di axaftina her du serkirdeyan de tê eşkerekirin hevdîtinên baş û bi kêr hatiye pêkanîn û hat ragihandin ji bo safîkirina kêşeyên heyî berpirsê wezaretên derva yên her du aliyan dê piştre hevdîtinê bikin.

Li gor pisporê Pêwendiyên Navdewletî Can Baydarol hevdîtina Erdogan û Biden hevdîtineke stabîl bû û pêwendiya her du aliyan weke halîhazir dê bidome.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Can Baydarol ji K24ê re got: “Di hevdîtina serkirdeyên Tirkiye û Amerîkayê de kêşeyên sereke nehatin safîkirin. Der barê mijarên sereke yên F-35, S-400an, FETO û YPG de tu gav nehat avêtin. Her du alî ji hev bawer nakin. Loma hevdîtineke virt û vala bû.”

Amerîka ev demeke dirêj e li Sûriyê piştevaniya hêzên Kurd dike û Tirkiye ji siyaseta Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê nîgeran e. Di hevdîtinê de ev mesele hat axaftin yan na, li ser vê her du serkirdeyên Amerîka û Tirkiyeyê tu tişt negotin.

Li gor nêrîna Alî Semîn ê berpirsê Platforma Lêkolînên Asya Pasîfîk û Avrasya Rojhilata Navîn Amerîka dê guh nede daxwazên Tirkiyeyê û polîtîkaya xwe ya li Sûriyê dê neguherîne.

Alî Semîn dibêje: “Amerîka dev ji siyaseta xwe ya li Sûriyê bernade û piştevaniya xwe bo hêzên YPG dê bidomîne. Eger Amerîka ji Sûriyê hêzên xwe vekêşîne, wê demê Rûsya ji serdema Sovyetê zêdetir li herêmê dê hêzdar bibe. Ji ber vê yekê gelek zehmet e ku Amerîka bi dilê Tirkiyeyê li Sûriyê gav biavêje. Hevdîtina dawî jî nîşan dide ku her du alî siyaseta xwe ya heyî dê bidomînin.

Di medyaya Tirkiyeyê de li nav gelek şarezayan hevdîtina Erdogan û Biden wek berdewamiya polîtîkaya halîhazir a her du aliyan tê destnîşankirin û hevdîtin bêyî çareserkirina kêşeyan bi dawî hat.

 

K24

Top