• Sunday, 30 June 2024
logo

Dîsa êrîşî balefirxaneya Bexdayê hate kirin

Dîsa êrîşî balefirxaneya Bexdayê hate kirin

ev her du dorne ji aliyê hêzên Îraqî ve hatine xistin.
Bi du dorneyan êrîş kirine.

Fermandariya giştî ya operasiyonên Bexdayê ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî aliyên nenas bi du dorneyên bombekirî xwestine êrîşî ser balefirxaneya Bexdayê bikin.

Li gor daxuyaniya fermandariya han, ev her du dorneyên bombekirî li ser navenda leşkerî ya Reşîd ya li başûrê Bexdayê hatine xistin û bi vê rengî êrîşa ser balefirxaneya Bexdayê hatiye pûçkirin.

Hêjayê gotinêye ku rewşa ewlekarî ya Îraqê wisa lê hatiye ku her hefte carek anjî du caran êrîşî ser balefirxaneya Bexdayê yaku hêzên Amerîkî û hevpeymanan tê dene tê kirin.

Top