Kemal Burkay: Di çalakiyên PKKê de destê welatên herêmê heye
Siyasetmedar û nivîskarê kurd Kemal Burkay diyar kir: “PKK ji dema ku derbasî Başûrê Kurdistanê bûye (1982), bi partiyên Başûr re, di serî de jî bi PDK û YNKê re kêşeyên wê çêbûne, car caran li dijî wan şer kiriye. Ji wê dema ku li Başûrê Kurdistanê ewilî otonom û piştre jî rêveberiya federal çêbûye, dîsa car caran bi rêveberiyê re pevçûye û li hember Pêşmerge rû bi rû maye. Niha jî ev yek diqewime.”
Kemal Burkay li ser êrîşên PKKê yên li dijî Pêşmerge ji K24ê re axivî û diyar kir ku hinceteke rewa ya van êrîşan tune ye û got: “Ev herêm bi têkoşîneke zor û zehmet a bi salan a Kurdên Başûr azad bû. Bêyî destûra wan, mafê PKKê tune ye ku li wê derê bimîne. Ji ber kêşeyên cidî yên ku PKKê derdixe holê, reftara wan a li hember rêveberiya Herêmê û ziyanên ku dide xelkê Herêmê, bûye demeke dirêj rêveberiya Herêmê hebûna PKKê ya li wê derê naxwaze.”
Siyasetmedarê Kurd destnîşan dike ku îradeya azad a PKKê ku çalakiyên xwe pêk bîne, tune ye û got: “PKK di salên 1970an de, li Tirkiyê li hember tevgera netewî ya Kurdan a aştîxwaz, li hember hêzên çepgir û demokrasiyê, weke rêxistineke paravan ku xwe weke çepgir nîşan dide, bi awayê rêxistineke kontrgerîla hat pêkanîn. Di salên destpêkê de ji aliyê MÎTê ve hat birêvebirin. Piştre, Ocalan derbasî Sûriyê bû û Sûriye, Îran û hinekên din ketin dewrê. Di nav PKKê de gelek dest hene, rêxistineke taşeron e ku ji bo gelek welatên herêmê û car caran ji bo welatên weke Rûsya û Amerîkayê xizmetê dike. Ji ber vê yekê gelek zirar dane tevgera netewî ya Kurdan û hê jî zirarê dide. Bi gotineke din, ew ne rêxistineke wisa ye ku têkoşîna azadiya gelê Kurd dike, berevajî vê, karê wê astengkirina vê têkoşînê ye. Piştî ku Abdullah Ocalan hat girtin û teslîm bû, ew û berdevkên din ên rêxistin, gelek caran anîn ziman. Tevî wan, hinek berpirsên MÎTê û general jî…”
Kemal Burkay diyar dike ku PKK ji destpêkê ve hemû rêxistinên Kurdan weke dijmin dibîne û got: “Hemû gotinên wê û îdeolojiya wê sexte ne. Him zimanê çepgiriyê ku bi salan bi kar anî, him jî gotinên demokrasiyê ku hîn jî bi kar tîne, tenê maske ne. Binavkirina PKKê weke rêxistineke çepgir an jî demokrat, neheqiya herî mezin e li çepgirî û demokrasiyê. Ev tevgereke nexweş e ku li serê Kurdan bûye bela, an jî bi gotineke rasttir, kirine belayê serê Kurdan.”
"Ez di wê baweriyê de me ku destê Îranê tê de ye"
Kemal Burkay dibêje: “Di çalakiyên van demên dawî yê li dijî PDK û Pêşmerge de, him destê welatên herêmê heye, bi taybetî bandora Îranê û arastekirina wê, him jî hemû van xirabiyan li gor karakterê wê ye.”
Burkay destnîşan kir: “Reftarên PKKê yên van demên dawî yên li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku Mesûd Barzanî serokê wî ye, ji ber rola Birêz Barzanî û partiya wî ye ku di tevgera netewî de bi biryar in û di rêveberiya Herêmê de xwedî roleke bi bandor in. Ez di wê baweriyê de me ku destê hinek aliyên malûm ku ji hebûna Herêma Kurdistanê aciz in, tê de ye, bi taybetî jî Îran.”
"Çi karê wan li Başûrê Kurdistanê heye?"
Siyasetmedar Kemal Burkay diyar dike: “PKK piştî ku Ocalan hat girtin û li Îmraliyê hate danîn, daxwazên xwe yên derbarê gelê Kurd de ku berê qaşo dianîn ziman, terk kirin. Ew û rêxistinên legal ên alîgirên wê, ji bo gelê Kurd, otonomî û federasyon jî di nav de ti tiştekî naxwazin. PKK û rêxistinên alîgirên wê, hatin ser rêya sîstema qedîm a Tirkiyê. Nexwe PKK çima çekên xwe bernade? Çima ciwanên Kurd ber bi mirinê ve diajo? Li sîstemeke federal a ku bi xwe, xwe birêve dibe, li Başûrê Kurdistanê çi karê wan heye? Li dijî rêveberiya Kurd a li başûr, çima û bi çi mafî çek bi kar tînin? Ev karê ku dikin bi kêrî kê tê?”
"Hebûna PKKê bi kêrî hêzên li dijî çareseriyê tê"
Burkay dibêje: “Hebûn û çalakiyên PKKê, bi kêrî rejîmên Îran, Sûriye û Bexdayê, bi kêrî hêzên mîlîtarîst ên Tirkiyê yên li dijî aştî û çareseriyê tê. Tirkiye hebûna PKKê û çalakiyên wê yên li dijî Tirkiyê yên li ser sînor, her çi qas çalakiyên wê kêm bin jî, dike hincet û bi salan e li Herêma Kurdistanê operasyonan li dar dixe, deverê bombebaran dike, baregehan datîne. Ev rewş, Başûr dixe bêîstiqrariyê; bi taybetî deverên sînorî ji xelkê sivîl vala dibin. Gelê Kurd û rêveberî gelek zirarên mezin dibînin. Ev yek bandora xwe ya neyînî li Bakur jî dike, çareseriya aştiyane ya vê pirsê û nasîna mafên rewa yên gelê Kurd asteng dike.”
Basnews