• Sunday, 30 June 2024
logo

Qeys Xezelî: Me biryara zêdekirina êrîşên li ser Amerîkayê daye

Qeys Xezelî: Me biryara zêdekirina êrîşên li ser Amerîkayê daye

Emîndarê giştî yê milîsên Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xezelî ragehand, milîsên Heşdî Şeibî biryar dane ku êrîşên xwe yên li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê zêde bikin.

Li gor çapemeniya Iraqê ragehandiye emîndarê giştî yê milîsên Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xezelî ragehandiye: Grubên eniya Muqawem (Parastin) ti demekî dest ji helbijardeya şerê leşkerî li dijî hêzên Amerîkayê bernadin, heta ku ji Iraqê dernekevin.

Qeys Xezelî ragehandiye: Milîsên eniya Muqaweme biryara zêde kirina êrîşan li hember Amerîkayê daye û pêwîste Amerîkî bizanin ku em amadene bo bersivdanê.

Xezelî ti nirxek ji bo artêş û hêzên ewlehiya Iraqê nedanî û got: Heşdî Şeibî take saziya leşkerî ya rewa û yasayî ya Iraqê ye.

Ev daxuyaniya Qeys Xezelî piştî wê yekê hat ku di heyama heftiyekî de fermandarê Hêza Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî du caran serdana Bexdayê kir û li gel rêveberên milîs û aliyên şîe civiya.

Enîya Muqaweme ji aliyên Îran piştevaniya wan a leşkerî û darayî dike pêktê û grub û milîsên şîe yên Iraq, Sûriyê, Lubnan û Yemenê pêktê.

 

Basnews

Top