• Wednesday, 15 May 2024
logo

Îran û Amerîka lihev kirine

Îran û Amerîka lihev kirine

rêkeftina mayinde jiber hin kêşe û nakokiyên siyasî nehatiye îmzekirin.
Dibêje li ser bernivîsa rêkeftinê lihev kirine.

Diyaloga navbera Amerîka, civaka cîhanî û Îranê li ser bernameya etomî ya Îranê li Viyanaya Paytexta Nemsayê didome.

Li ser vê mijarê Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade diyar kiriye ku di gera dawî ya diyalogê de Amerîka û Îran li ser bernivîsa rêkeftinekê lihev kirine.

Xetîbzade diyar kiriye ku di navbera Îran û Amerîkayê de li ser hilweşandina dorpêçên ku zirar dane abûriya Îranê lihev hatineke seretayî çê bûye.

Nav hatî diyar kiriye ku hîn jî rêkeftina mayinde jiber hin nakokiyên teknîkî û siyasî ku hîn jî nehatine çareserkirin nehatiye îmzekirin û piştî çareser kirina wan nakokiyan vê rêkeftineke mayinde jî were îmzekirin.

Top