• Wednesday, 26 June 2024
logo

Heşda şebî: Me 4 leşkerên Amerîkî kuştine

Heşda şebî: Me 4 leşkerên Amerîkî kuştine

heta niha Amerîka li ser vê mijarê tiştek ne gotiye.
Dibêje li balefirxaneya Bexdayê hatine kuştin.

Êrîşên komên çekdar yên ser bi heşda şebî li dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan berdewamin û di vê çarçoveyê de jî komeke ser bi heşda şebî qala kuştina 4 leşkerên Amerîkî dike.

Koma bi navê berxwedana navdewletî ya ser bi heşda şebî eşkere kiriye ku wan karîne di êrîşekê de bo ser hêzên Amerîkî li balefirxaneya Bexdayê de 4 leşkerên Amerîkî bikujin.

Heta niha çapemeniya Îraqê û aliyên têkildar yên Amerîkî li ser vê mijarê tiştek belav nekirine.

Top