• Sunday, 30 June 2024
logo

Rêveberekî Gorran: Ya rast ew e PKK ji YNKê bipirse çima rêveberên me li sînorê we dibin armanc?

Rêveberekî Gorran: Ya rast ew e PKK ji YNKê bipirse çima rêveberên me li sînorê we dibin armanc?

Rêveberekî Tevgera Gorran daxwaz ji PKKê dike, ji YNKê bipirse ‘’Xêre çima rêveberên me li sînorê we dibin armanca êrîşê?’’ herwaha diyar kir, aşkera kirina cîhê rêveberên rêveberên parçeyên din ên Kurdistanê bi destê YNKê de ‘’Xwedî dîrokekî kirêt in.’’

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Ebdula Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dîroka aşkera kirina cîhê rêveberên parçeyên din di bin destê YNKê de, pir çêbûye û dîrokekî wan kirêt e û diyare ji ber wê jî wisa li PKKê jî dikin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Di heyama borî de di bin desthilata YNKê û bi zanyariyên YNKê ve bi dehan rêveberên Komele û Demokrat (partiyên Rojhilatê Kurdistanê) ji aliyê Îranê ve bûn armanca êrîşê. Vê dawiyê jî 3 rêveberên PKKê li Ezmer, Diyar Xerîb ku endamê konseya rêveberiyê bû û li gel 3 rêveberên din ên wê partiyê li Helşo bûn armanca êrîşê.’’

Rêveberê Gorran aşkera kir: ‘’Ya rast ew e PKK berê xwe bide YNKê û ji wan bipirse û ewqasê PDKê neke armanc. Ji wan bipirse xêre ew hemû rêveberên min li cîhên hestyar ên we dibin armanc? Eger YNK destê wê di vê mijarê de tinebe, kî heye li Silêmanî û nav dilê bajar de be û bizane 3 rêveberên PKKê hatine nav bajar?’’

Herwaha teqez kir: ‘’Li sînorê YNKê zanyarî derdikevin û cîhên rêveberên PKKê tên aşkera kirin, mixabin ji bo pare her tiştek tê kirin.’’

 

Basnew

Top