• Wednesday, 03 July 2024
logo

Hejmara rûniştvanên Iraq û Kurdistanê ji 40 milyon kesan derbas kir

Hejmara rûniştvanên Iraq û Kurdistanê ji 40 milyon kesan derbas kir

Berdevkê wezareta plandanana Iraqê hejmara rûniştvanên Iraq û herêma Kurdistanê aşkera kir û ragehand hejmar ji 40 milyon kesan derbas kiriye.

Îro 14.06.2021ê berdevkê wezareta plandanana Iraqê Ebdulzehre Hîndawî ji rojnameya fermî ya Iraqê re ragehand: ‘’Wezaretê siyaseta sînordar kirin û pêşîgirtina zêdebûnê birêve nabin.’’

Ebdulzehre Hîndawî got: ‘’Ew welatên pêşî li zêdebûnê digrin û sînordar dikin, rastî krîza kêmbûna hêza ciwanan tên û dibin civakên pîr.’’

Berdevkê wezareta plandanana Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku hejmara rûniştvanên Iraqê salane bi awayekî berçav zêde dibe.

Li gor gotinên Ebdulzehre Hîndawî hejmara rûniştvanên Iraq û herêma Kurdistanê di sala 2020ê de geheştiye 40 milyon û 150 hezar kesan.

 

Basnews

Top