Dadgehê sizayê sê caran îdam da wî zilamê ku 3 kesên kurd kuştibûn
Dadgeha Bexdayê 3 caran sizayê îdamê da wî kesê ku endamên malbateka kurd kuştibû.
Dadgeha tawanan ya Bexdayê biryara dawî li ser dosyeya kuştina 3 endamên malbateka kurd da.
Li gorî agahiyên encumena dadwerî ya Iraqê, dadgehê sizayê 3 caran îdam da wî kesê ku endamên wê malbata kurd kuştibûn.
Roja 15 Îlona sala 2020 li taxa Mensûr ya Bexdayê, zilamek û hevjîna wî û keça wî ji aliyê kesekî ve hatibûn kuştin.
Roja paşîn hêza Dijîterora Kurdistanê ew zilam li Hewlêrê girtibû û teslîmî hêzên Iraqî kiribû.
K24