• Wednesday, 15 May 2024
logo

Amerîka rola dadgehên Kurdistanê bilind dinirxîne

Amerîka rola dadgehên Kurdistanê bilind dinirxîne

dibêje dadgehên Kurdistanê karîne serxwebûna xwe biparêzin.
Şanda Konsulusxaneyê serdana civata dadweriya Kurdistanê kir.

Îro şandeke Konsulusxaneya Amerîkayê serdana civata dadweriya Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê civata dadweriyê Dadwer Bengîn Qasim Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de giftûgo li ser rol û çalakiyên dadgehên Kurdistanê û civata dadweriya Kurdistanê hate kirin û şanda Amerîkî jî ragihand ku civata dadweriyê û dadgehên Kurdistanê bo parastina serweriya qanûn û serxwebûna dadgehan gavên gelek baş avêtine û xwedan roleke gelek girîngin.

Şanda mêwan herwiha behsa vê yekê kiriye ku civata dadweriyê û dadgehên Kurdistanê bo parastina serxwebûna xwe gelek karên baş kirine û karîne serxwebûna xwe biparêzin.

Top