Weke palpiştiyek ji Pêşmergey re Pêşangehek nexşekêşî li Bamernê vedibe
Rêveberê amadeya Bamernê mamosta ( Hesen Şex Omer) ji Gulan re got ev pêşangeh weke piştevaniyek ji bo pêşmergên sengeran hatiye vekirin herweha qutabiyên me weke wefadariyek ji pêşmergey re cilên pêşmergey li berxwe kirin e.
Mamostayê babet Nîwar hacî xuyakir ku ti qyranek nikare rê li hest û soza mirovan bigire çavkaniya hunerî jî hest û soze loma bê ti piştgêriyên diravî jî pêşangeh hat birêvebirin.
Qutabiyekê beşdar jî xuyakir ku ew herdem dixwazim piştgêriya pêşmergey bikin bi her awayekî be ji berku hebûna pêşmergey li sengeran aramiya wane li nava welat.
Gulan - BŞ