• Wednesday, 17 July 2024
logo

Girtiyekî Kurd li girtîgehê de canê xwe ji dest da

Girtiyekî Kurd li girtîgehê de canê xwe ji dest da

xelkê bajarê Selmasê bûye.
Li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku duhê şemî, girtiyekî Kurd xelkê bajarê Selmasê, li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê de rastî êşa dil hatiye lê rayedarên girtîgehê ew veneguhastine bo nexweşxaneyan.

Ev girtiyê Kurd ku temenê wî 55 sal bûye, jiber rawestana dil û ne gehandina wî bo nexweşxaneyê, canê xwe ji dest daye.

Navê girtiyê han Şemsedîn Tatarî bûye û jiber madeyên hişber hatibû girtin.

 

 

Top